Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Polonya: YE Wê jibo Xurtkirina Ewlekarîya Sînor Alîkarîyê Bike


Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk.
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk.

Serokwezîrê Polonya Donald Tusk îro Sêşemê got ku rêberên Yekîtîya Ewrupayê (YE) li hev kirine ku divê ew jibo tedbîrên li sînorê Belarûsê piştgirîya aborî bidin welatê wan.

Sînorê Polonya û Belarûsê piştî ku sala 2021'ê pêla koçberan ber bi wir ve hatin bû yek ji mijarên serekê.

YE dîyar dike ku Belarûs, ku wek hevbenda nêz ya Rûsya tê nas kirin, ji sînor bi awayekî ne qanûnî rê dide koçberên ji Rojhilata Navîn ku krîzek çêbe, lê Minsk wan îdiayan red dike.

Tusk got ku rêberên Ewrupî di hilcivîneke ne fermî de gotine ku divê YE berevanîya sînorê rojhilat bike û dîyar kirine ku divê ew fînansmanê jî bidin.

Wî dîyar kir ku jiber ku ewlekarîya wan ya li sînor ewlekarîya Ewrupa ye ewê piştgirîya aborî bide.

Polonya dîyar dike ku ew jibo xurtkirina sînorê bi Belarûsê re plan dike ku 10 mîlyar zlotî (2.5 mîlyar dolar) xerc bike ew li sînor herêma qedexe jinûve radigihîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG