Serokomarê Polonya Andrzej Duda dîyar kir ku çekdarên Wagner yên li Belarûsê jibo welatê wan sînyaleka xirab e.
Duda got ku ew hêzên Wagner yên derbazî Belarûsê dibin bo hevbendên Polonya jî rewişeke xirab çêdikin.
‘’Em dibînin ku çi diqewime. Hêzên Rûsî bi navê Koma Wagner derbazî Belarûsê dibin, rêberê wê komê derbazî wir dibe.’’
Wî got ku ew hemî tevger jibo Polonya û hevbendên wan nîşanên xerab in.
Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko îro Sêşemê piştrast kir ku Rêberê Wagnerê Yevgeny Prigozhin li Belarûsê ye.
Koma Wagner di dawîya hefteyê de dijî artêşa Rûsî serî rakibû, lê ew bi navbenyarîya Lukashenko ji serhildanê vekişîbû.
Jêder: AFP