Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Ragihandina YPG Polat Can Ser Til Maruf Dipeyîve


Mizgefta Xiznewî ji alîyê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam hate peqandin
Mizgefta Xiznewî ji alîyê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam hate peqandin
Di hevpeyvîneke taybet de Berpirsê Giştî yê Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Polat Can agahîyên girîng li ser bajarokê Til Maruf dide.

Birêz Can dibêje, piştî pevçûnên dijwar bajarok ji komên tundrê yên wek Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) hatiye paqij kirin.

"Cîhê şabûnê ye ku ne hevalên me ne jî gelê sîvîl di operasyona me de şehîd bûn. Lê, ji komên çete gelek hatine kuştin ku piranîya wan Lîbyayî ne."

Can herwiha dibêje, komên çete bi awayekî hovane êrîşî Til Maruf kirin û taybetî nirxên pîroz yên gelê Kurd ji xwe re kirin armanc.

“Li Til Maruf tirba Şêx Abidîn Xiznawî hate peqandin, mizgefta bajarok hate hilweşandin û medrese jî gîş hatine wêran kirin. Ew komên çete dibêjin em li ser Îslamê şer dikin lê Qurana pîroz ji nav de pirtûkxaneya wê derê jî didin ber êgir.”

Polat Can dibêje, careke din eşkere bû ku divê ew xwe ne tenê li nav bajarên xwe, lê herwiha li derdora herêman Kurdan jî biparêzin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:10:01 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG