Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Tirk Bizavkarên Kurd Binçav Dike


Polîsên Tirk Bizavkarên Kurd Binçav Dike
Polîsên Tirk Bizavkarên Kurd Binçav Dike

Polîsên Tirk bi dehan kes girtine, di nav wan de hin sîyasetvanên Kurd, weku beşek ji tepeserkirina li seranserî welat ser kesên ku tê îdîa kirin piştgirên grubek serhilda bin ku doza serxwebûnê li başûrê rojhilata Tîrkyê dike, ku bi giranî Kurd lê dijîn.

Televizyoneke ser bi dewletê ve dibêje ku bêtirî 30 kes hatine girtin, di kempayneke binçavkirinê ya de li seranserî welat. Polîs her wiha girtin ser mala sîyasetvan Layla Zana, ku 10 salan di zindanê de mabû, ser tawanên girêdana bi serhildayên Kurd. Layla Zana her gav ew tewan red kirîye.

Vê dawîyê wê xurecirek pêk anî bû dema got: “Çek palpiştî ye bo Kurdan,” weku bersîv bo bangên Tirkîyê da ku grubeke serhildêr çekên xwe radest bike.

Ji dema şer di sala 1984an destpê kiriye û heta niha, nakokîyê bi deh hezaran kes kuştine.

Peyamhinêra Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Xecîcan Farqîn li Dîyarbekirê raportek amade kirîye. Jibo guhdarîkirinê, kerema xwe li fayla dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG