Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya Welatên Ewrupî Ser Koçberîyê Hişyar Dike


Serokomarê Polonya Andrzej Duda ser krîza xwarinê hişyarî da û got ku ger şerê li Ukrayna li Afrîqaya Bakur xelayê çêke ewê ber bi Ewrupa koçeke mezin destpê bike.

Duda li Davosê dîyar kir ku di ser xelaya li Afrîqa re dê Îspanya û başûrê Ewrupa bi kêşeyên mezin yên koçberîyê re rûbirû bimînin.

Wî got ku divê ew bala xwe bidin ser Ukrayna ku ew karibe zadên xwe bifiroşe derveyî welêt.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin.

XS
SM
MD
LG