Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya Pêşbînî Dike ku Keşaya Koçberan bi Mehan Bidome


Koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonya
Koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonya

Wezîrê berevanîyê yê Polonya Mariusz Blaszczak îro Çarşemê ji radyoya giştî ya welatê xwe re ragihand ku krîza li ser sînorê Polonya û Belarûsê dê bi mehan bidome.

Bi hezaran koçber niha li ser sînorên rojhilatê Yekîtîya Ewrupa (YE) asê mane, ku YE wek kampanyayeke reşkirinê ya bi zanebûn ya ji hêla Minskê ve bi nav dike.

"Divê em amade bin ku ev rewşa li ser sînorê Belarûsê dê demûdest çareser nebe, divê em bo mehan amade bin; ez hêvî dikim ne bi salan," Blaszczak got.

Neh polîsên Polonyayê roja Sêşemê birîndar bûn û Polonyayê jî dijî komên piçûk yên koçberan ava şid bikar anî ku ji ser têlên sînor kevir avêtin.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Belarûsê BELTA êvara Sêşemê ragihand ku nobedarên sînor hin koçber veguhestinê navendeke pêşwaziyê ya dûrî sînor kirine.

Nobedarên sînor yên Belarûs û Polonya roja Çarşemê dîyar kirin ku derdora 2.000 koçber li ber têlên sînor mane.

Welatên Ewrupî Mînskê tawanbar dikin ku bi hezaran koçberan ji Rojhilata Navîn bi zanebûn difirin e û zorê dide wan ku bi qaçaxî sînor derbaz bikin.

Ew, ev gava Belarûsê jiber toleyên YE ku bi sedema tepeserkirina xwepêşanderên demokrasîxwaz hatine ragihandin, wek taktîkek bo cezakirina Ewrupayê dinirxînin.

Belarûs tawanbarkirina ku wê ev krîz çêkiriye bêwate bi nav dike, lê dibêje ku heke YE dixwaze wê keşeyê çareser bike, divê toleyan rake.

Bi hezaran koçber di sermayê û westandinê di nav daristanan de asê mane û ketina nava Polonya yan jî vegera Belarusê li wan hatiye qedexe kirin.

YE bang li Rûsyayê dike ku bo çaresîrîya krîzê li ser serokê Belarûsê Alexander Lukashenko givaştinan bike.

Moskow rolek rasterast red dike, lê pêşniyar kiriye ku wek navbeynkar tevbigere.

Hevdem, Rûsya bi Belarusê re li nêzî sînor rêhanên leşkerî dar xist û bang li welatên Rojavayî kir ku pirsgirêkan bi Mînskê re çareser bikin.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel roja Duşemê bi telefonê Lukashenko re axivî û bo koçberên li ser sînor asê mane daxwaza alîkariyê kir.

XS
SM
MD
LG