Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Navbera Hêzên Polandî û Koçberên de Pevçûn Derketin


Koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonya
Koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonya

Hêzên sînor yên Polonya roja Sêşemê ragihand ku ew ji alîyê koçberên li ser sînorê Belarûsê bi keviran rastî êrîşan hatine û wan jî bi karanîna awa zext bersîv dane.

Ajansa Nobedarên Sînor ser Twitterê vîdyoyeke belav kir ku tê de nîşan dide ku bûyer di kampeke demkî ya penaberan de rû dide.

Polîsê Polonya da zanîn ku polîsekî bi giranî birîndar bûye û hatiye rakirikirinê nexweşxaneyê.

Wezareta berevanîyê ya Polonyayê jî got ku leşkerên wan û hêzên din yên sînor bi kevir û tiştên din hatine êrîş kirin.

Hevdem, wezaretê destnîşan kir ku hêzên Belarusî hewil dane ku têlên li ser sînorên hevpar yên her du welatan hilweşînin.

Wezareta karên navxwe jî vîdyoyeke belav kir ku tê de xuya dike ku koçber hewl didin têlekî hilweşînin.

Ji ber ku rewşek awarte li Polonya rojnamevan û xebatkarên mafên mirovan li derveyî devera sînor dihêle,

Rêyeke serbixwe ya bo piştrastkirina bûyerên ku diqewime tune ye jiber ku li Polonyayê rewşa awarte hatiye ragihandin û rojnamevan û xebatkarên mafên mirovan re qedexeye ku herin herema sînor.

Li Belarusê rojnamevan bi sînorkirinên giran re rû bi rû dimînin, ku tenê çend kes li ser sînor hene.

Hejayê bîrxistinê ye ku bi hezaran koçberên ji welatên Rojhilata Navîn li daristanên li sînorên Belarûs û welatên YE, Lîtvanya û Polonya asê mane.

Piranîya wan ji şer, xizanî û bêhêvîtîya li Sûrîyê û Îraqê direvin û hêvî dikin ku xwe bigehînin Almanya yan cîhek din ya li rojavayê Ewrupayê.

Jiber sermaya zêde heya niha 11 koçberên li sînor mirin in û bo yên mane fikarên ewlekarîyê çêbûne.

Pispor hişyar dikin ku ev rewş nîşana bilindbûna koçberîyeke mezin û kirîza sînorî ya siyasî ye ku jiyana bi hezaran koçberan di xeterîyê de ye.

XS
SM
MD
LG