Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi: Piştî Hilbijartinên Îşev Sibêrojeke Nû bo Amerîka Destpê Dike


Endama Civata Nûneran ya Demokrat û rêbera kêmanîya Demokrat Nancy Pelosi, îşev li paytext Washgintonê, li navenda giştî ya Partîya Demokrat preskonferanseke hilbijartinê li dar xist.

Pelosi, piştî dîyarbûna serketina Demokratan di hilbijartinên Civata Nûneran de şabûna xwe dîyar kir û got ku bo Amerîka sibêrojeke nû destpê dike.

“Ez sipasîya we gîşkan dikim ku hun sibêroja hemî zarokên Amerîkî baştir dikin. “Êdî bes e ku ewqas perçebûn di nav civakê de heye. Gelê Amerîka aştî dixwaze, encaman dixwaze.”

Pelosi bi berdewamî got ku hilbijartinên îşev ne derbarê Komarîyan, yan jî Demokratan e, lê derheqa jinûve zindîkirina qanûna bingehîn e û danana kontrola ser rêvebirîya Trump e.

Pelosî ku yek ji sîyasetvanên herî bi bandor ya Demokratan e, li ber e ku di Civata Nûnerên ya nû de bibe rêbera piranîyê ku îşev careke din ket destê Demokratan.

XS
SM
MD
LG