Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya bi Dronan Êrîş Birine Ser 5 Hêrêmên Wê


Merasîmeke oxirkirinê li Poltava (Arşîv)
Merasîmeke oxirkirinê li Poltava (Arşîv)

Artêşa Ukrayna îro Çarşemê ragihand ku hêzên wê bi şev bi 27 dronên Şahed êrîş birine ser 5 herêman û hêzên wê ji wan dronan 22 xistine.

Walîyê Poltava Filip Pronin ji Telegramê dîyar kir ku di êrîşan de kargehekê zarar dîtiye û got ku 1 kes jî brîndar bûye.

Pronin dîyar kir ku hêzên artêşê li herêma Mykolaivê 6 dron pûç kirine.

Wî got ku enqaza dronekê malek hilweşandiye û zarar daye 10 malên din, lê ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Rêvebirên li Khersonê dibêjin li herêmê 4 û yên Dnipropetrovskê jî didin zanîn ku li herêmê 4 dron hatine xistin.

Karbidest dibêjin ku Rûsya li bakurê welêt jî bi dronan êrîş birine ser herêma Sumy ku ji wir jî ti zarar hîn nehatiye ragihandin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG