Nûnerê Rûsya yê li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) Dmitry Polyanskiy îro Çarşemê NY protesto kir jiber ku destûr daye serokê Ukrayna Zelenskyy ku di Civata Ewlekarî de biaxife.
Dmitry Polyanskiy dîyar kir ku beşdarbûna Zelenskyy di deqeya dawî de bû û bêyî şêwirmendîya hemî endamên Civata Ewlekarîyê hatiye saz kirin.
Polyanskiy got ku Zelenskyy bo bidestxistina sempatî û çekan ji beşdarên Hilcivîna NATO'yê ya ku li Madrîdê destpê dike, axifîye.
Nûnerê Rûsî Polyanskiy herwiha îdiayên ku navenda bazarê ya li Kremenchuk hatiye lêdan red kir û got ku ew nêzî armanc Rûsyayê nebû.
"Di rastiyê de ser navenda bazarê ti êrîş çênebû." Polyanskiy got.
Wî êrîşa li Kremenchuk jî wiha ragihand:
"Hêzên çekdar yên Rûsî çekên pêşketî bikar anîn da ku depoyên li Kremenchuk têk bibin ku tê de çek û cebilxaneyên ku ji Amerîka û welatên Ewrupî hatine wergirtin, hebûn."