Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Emê Hember Êrîşan Gavên Xweparastinê Bavêjin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Duşemê bi daxuyanîyeke nivîskî hişyarî da Îraqê ku ger Amerîka bibe armanca êrîşan, ewê gavên xweparastinê bavêjê.

Li gor daxuyanîyê, Pompeo roja Yekşemê, rojeke piştî êrîşa hember bingeheke leşkerî ya Îraqê, ku 3 leşkerên Amerîkî û 7 leşkerên Îraqî tê de birîndar bûbûn, bi Serokwezîrê Îraqê Adil Abdul Mehdî re peyîvî.

Wî got ku divê hikûmeta Îraqê koalîsyona navnetewî ku dijî DAIŞê şer dike, biparêze û hesabê wan kiryaran ji êrîşkaran bipirse.

“Emê nema li hember êrîşên ku jîyana Amerîkîyan dikin armanc, bêdeng bimînin û emê hemî pîvanên pêdivî bigirin ku xwe biparêzin, Pompeo got.”

Di êrîşa ser bingeha Tacî de 33 roketên Katyusha hatibûn şandin û di encama êrîşê de 2 leşkerên Amerîkî û 7 leşkerên Îraqî birîndar bûbûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG