Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Erebistana Saûdî Serdana Washington Dike


Secretary Pompeo Meets with Saudi Arabia Minister of Foreign Affairs Farhan Al Saud
Secretary Pompeo Meets with Saudi Arabia Minister of Foreign Affairs Farhan Al Saud

Roja Çarşemê Wezîrê Derve yê Erebistana Saûdî Feysel Bin Farhan Al Saûd li Washington li gel hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo civîya.

Herdu wezîr li ser hejmarek pirsên giring yên hevbeş axiftin kirin, weke peyvdara wezareta derve Morgan Ortagus di daxûyaniyekê da ragihand.

Pompeo li gel hevpîşeyê xwe yê Saûdî pirsên dualî û yên girêdayî herêmê di nav da pirsa Yemenê û pirsgirêkên bi Îranê re hatin behis kirin.

Serederîya Îranê ya têkdana rewşa ewlehîya li herêmê beşek giring bû ji civîna herdu wezîran.

Herdu wezîran nerihetîya xwe derbarê şîdeta li Yemenê anî ziman û li ser êrîşên çekdarên Husî yên li Yemenê li dij Erebistana Saûdî.

Daxûyanya peyvdara wezareta derve ya Amerîka dide zanîn ku Pomepo car din tekez kirîye ku Amerîka dê piştevaniya hewildanên çareserîyek siyasî bike û dê destekê bidin hewldanên Yekîtîya Netewan û nûnerê wê ya taybet li Yemenê.

XS
SM
MD
LG