Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Geşta xwe ya Çarem bo Korya Bakur Bidawî Tîne


Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo serdana xwe ya çaran bo Korya Bakur bidawî anî, piştî kombûna li gel serok Kim Jong Un di çarçoweya hewlên jinavbirina programên navokê li nîvgirava Korî.

Piştî gihîştina paytexta Korya Başûr Seoulê, Pompeo di tiwîteke xwe de got ew li gel Kim kombûye û ew bi berdewamî di proseya rêkeftina ku li Singaforê hatî îmzekirin de pêş dikevin.

Wî got “Spas ji bo mêvandariya min û tîma min.”

Berî Korya Bakur, Pompeo çûbû Japonê, li gel serokwezîr Shinzo Abe kom bûbû û ji wan re piştrastkiribû ku wê Amerîka hevkariyê li gel hevalbendên xwe bike ji bo jinavbirina programên navokî li herêmê.

Japon bi huşdarî danûstandinê li gel van hewlan dike, lê Korya Başûr wan himbêz dike.

XS
SM
MD
LG