Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo li Ser Aloziyên Venezuela Rûsya û Kuba Tawanbar Dike


Mike Pompeo wezîrê derve yê Amerîka

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, Rûsya û Kuba li ser rewşa aloz ya li Venezuela sûcdar kirin jiber ku ew piştgîriyê didin Nicolas Maduro. Pompeo herwiha bang li Hindistanê dike da ku alîkariya hikûmeta Maduro neke bi rêya kirîna petrola Venezuela.

Pompeo gote rojnamevanan "Ev çîrok bi dawî nayê, ta ku rolê serekî yê Rûsya û Kuba neyê zanîn ku ew dixwazin xewna gelê Venezuela jinav bibin ya pêkanîna demokratî û geşedariyê li welatê wan".

Pompeo herwiha got "Moskowa weke Havana, ew dixwazin bi rêyên siyasî rejîma Maduro biparêzin, di heman demê de zextan li li ser welatan dikin da ku rewatiya demokratî ya serokê demkî Juan Guai mandila bikin".

Juan Guaid rêveberê opozisyon û yê weke serokê demkî yê Venezuela tê naskirin û ji aliyê zêdetir ji 50 dewletan ve weke serokê rewa yê Venezuela nas kirîye.

Roja Duşemê Pompeo li gel wezîrê derve yê Hindistnaê Vijay Gokhale civîya, Pompeo li gel Jukli pirsa kirîna petrol Maduro behs kir bû.

Poempeo got"Em ji Hindistanê daxwaz dikîn weke çawan heman daxwaz ji hemû welatan heye ku nebin sedema vejiyandina aborîya rejîma Maduro".

Wezîrê Amerîkî dîsan got"Ez piştrastim ku Hind piştevaniya me dike ya helwesta derbarê Îranê, û piştrastim ku ewê metirsîya li ser gelê Venezuela jî fam bikin".

Ji hejî bîrxistinê ye ku doh Duşemê Amerîka biryar da hemû stafê Dîplomasiya xwe ya li Venezuela vekişîne. Di çend rojên bûrî de bajarên Venezuela ji ber nebûna elektirîkê di tariyê de maye, her yek ji Maduro û Juan Guaido hevdu bi nebûna xizmetkariyên weke elektrîkê tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG