Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bang li Çînê kir ku bazarên kirîn, firotina heywanên kovî bigire.
Pompeo got ku hin nexweşî ji bazarên heywanên kovî çêbûne û ew ji Çînê dixwazin ku wan bazaran bi awayekî mayînde bigire.
Di demên dawî de rexneyên dijî Çînê zêde dibin ku di peyvajoya belavbûna vîrusa korona de bi zelalî agahî nedaye civata navnetewî û hin pêzanînên krîtîk ji cîhanê veşartine.
Hêjayî gotinl ye ku li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkins ya Amerîkî vîrusa korona li Amerîka 46,859 li Çînê 4636 kes kuştine.
Ew vîrus di Berfanbara borî de li bajarê Wuhanê ya herêma Hubei li Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.