Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Em Dijî Gefên Îranê Koalîsyonekê Ava Dikin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Pêncşemê got ku ew piştî êrîşên ser kargehên neftê yên Erebistana Saudî, koalîsyonekê ava dikin ku pêşî li gefên Îranê bigirin.

Pompeo derbarê wê koalîsyonê ti hûrgilî nedan, lê tê zanîn ku Washington piştî êrîşên ser keştîyên nefthilgir li Kendavê dixwze hevbendîyeke wiha damêzrîne.

Rêvebirîya Amerîkî hem ji êrîşên vê dawîyê yên ser kargehên neftê li Erebistana Saudî û hem jî yên dijî gemîyên neftê Îranê berpirs dibîne.

Pompeo bi bîr xist ku Serokê Amerîka Donald Trump biryara toleyên pirtir li dijî Îranê daye û ew çareserîyeke aştîyane dixwaze.

XS
SM
MD
LG