Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Bang li Tirkîye û Yunanistanê Dike ku Kêşeyên Xwe bi Dîplomasîyê Çareser Bikin


Mike Pompeo
Mike Pompeo

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bang li Yunanistan û Tirkîyê kir ku kêşeyên xwe yên li rojhilata Derya Sipî bi rêkên dîplomasîyê çareser bikin.

Pompeo ji France Inter re, ku radyoyeke Fransê ye, dîyar kir ku divê her du alî jî xwe nedin ser karanîna hêzên leşkerî û ji wan xwest ku serî li mekanîzmayên çareserîyê yên navneteweyî bidin.

‘’Divê me vê kêşeyê bê hêzên leşkerî, bi rêkên normal çareser bikin ku bi taybetî bo mafên li herêmê divê em li gor biryarên navneteweyî tevbigerin.’’ Pompeo got.

Di serî de Yunanistan û Fransa, welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) ser lêgerînên Tirkîyê yên li rojhilata Derya Sipî bertek nîşan dabûn. Rêvebirîya Parîsê li herêmê gemî û firokên şer bi cîh kirin û bi awayekî eşkere piştgirî da Yunanistanê.

Gemîya lêgerînê ya Tirkîyê ya bi navê Oruç Reis roja Yekşemê vegerîbû welatê xwe.

XS
SM
MD
LG