Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo di 31'ê Mehê de Serdana Berlînê Dike


Hikûmeta Almanî îro Înê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo wê di 31’ê Gulanê de sardana Berlînê bike.

Hikûmetê da zanîn ku di hevdîtinê de Serokwezîr Angela Merkel wê girîngî bide ser mijara Îranê.

“Xanim Merkel wê bal bikşîne ku divê girjîya ser programa navokî ya Îranê û bandora wê ya li Rojhilata Navîn bi aştîyane çarewer be.”

Hîjayî bîrxistinê ye ku divebû Pompeo di destpêka mehê de serdana Berlînê bikira ku ligel Merkelê bicive, lê ew serdan di kelîyta dawî de hatibû betal kirin jiber ku Pompeo çûbû Îraqê.

XS
SM
MD
LG