Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Biryara bo Brunson Ne Bes E


.
.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku qeşeyê Amerîkî Andres Brunson, ji girtîgehê veguhastine cezaya hepsa mal, lê got ku ‘’ew têrê nake’’

Pompeo ji Twitterê da zanîn ku dadgeha Tirkîyê dijî Brunson ti delîl bi dest nexistine û bang li karbidestan kir ku doza Brunson bi awayekî adil, demûdest were çareser kirin.

Dadgehe Tirkîyê bo Brunson, ku ji 2016’an vir ve girtîbû, biryara girtîgeha li mal da.

Brunson piştî biryara dadgehê ji girtîgehê hat derxistin. Qeşeyê Amerîkî dê li mal bimîne û dê bi rêka elektronîk were kontrol kirin.

Dadgehê bi sedemên saxlemîyê biryar da ku Brunson ji girtîgehê derkeve, lê qedexeya derketina derveyî Tirkîyê da.

XS
SM
MD
LG