Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo û Çavusoglu Ser Nexşereyeke Derheqa Sûrîyê Hevbîr Bûn

Wezareta Derve ya Amerîka derheqa hevdîtina Mike Pompeo û Mevlut Çavusoglu de daxuyanîyeke nivîskî weşand û got ku her du alî pêgirîya xwe dîyar kir ku xemên hevbeş bi ruhekî hevalbend çareser bikin.

“Wezîr Pompeo û Wezîr Çavusoglu nêrînên xwe yên derbarê mijarên dualî û kêşeyên herêmî bi hevdu re pêguherin û wan dubare kir ku ewê dijî hemî awayên terorîzmê hevkarî bikin.”

Daxuyanî da zanîn ku her du alî pêşnîyarên Koma Xebatê ya Amerîkî û Tirkî ya Derbarê Sûrîyê nirxandin da ku çawa hevkarîya dualî li Sûrîyê pêşve bibin û ewlehî û îstiqrara bajarê Minbicê misoger bikin.

“Wan li ser nexşereyeke derheqa vê armancê li hev kir û bal kişand ser pêgirîya cîhanîna wê nexşereyê û pêdivîya jinêzve şopandina rewşa erdê.”

Pompeo û Çavusoglu herwiha peywendîyên Amerîkî û Tirkî gotûbêj kirin û hevbîr bûn ku civînên pirtir li ser avakirina mekanîzmeya koma xebatê werin kirin ku pirsgirikên heyî yên navbera du alîyan çareser bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG