Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu û Pompeo Ser Bernivîsên Dijî Tirkîyê Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi rêka telefonê axifîn.

Jêderên dîplomatîk radigihînin ku Pompeo û Çavuşoglu ser bernivîsên Civata Nûneran yên dijî Tirkîyê û rewşa Sûrîyê peyivîne.

Civata Nûneran di 29’ê Cotmehê de dijî Tirkîyê du bernivîs pejirandibûn.

Ji van bernivîsan yek ser pejirandina Komkujîya Ermenîyan bû.

Di bernivîsa duyê de jî jiber operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê li hember wî welatî ragihandina toleyan dihat xwestin.

Çavkanîyên dîplomatîk dîyar dikin ku Çavuşoglu ji Pompeo re nerazîbûna xwe ya bo bernivîsan gotiye.

XS
SM
MD
LG