Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: DAIŞ li Hin Herêman Jinûve Xurt Bû


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li hin herêman jinûve xurt bûne.

Pompeo ji kanala CBS ya Amerîkî re da zanîn ku DAIŞ tevî ku li hîn cîhan xurt bûye jî kapasîteya wê ya êrîşê daketiye.

Wî dîyar kir ku ew bi 80 dewletan re tev hewil didin ku DAIŞ’ê bi temamî tune bikn.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berfanbarê de gotibû ku ew dijî DAIŞ’ê bi ser ketine û dîyar kiribû êdî li Sûrîyê leşkerên Amerîkî ne hewce ne.

DAIŞ’ê herî dawî berpirsîya êrîşeke li Kabul ya Afganistanê girtibû ser xwe.

Di êrîşê de 63 kes hatibûn kuştin û 182 kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG