Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo bi Fermî Bû Wezîrê Derve yê Amerîka


Civata Senatoran ya Amerîka îro di dengdanê de, Dîrektorê CIA Mike Pompeo, bi 57 beramber 42 dengan, wek wezîrê derve nû erê kir.

Di dengdanê de tevahîya Komarîyan dengê erê dan Pompeo û ji Demokratan jî 6 senator piştgirî dan wî.

Cîgirê rêberê piranî ya Komarîyan û nûnerê Teksasê John Cornyn şabûna xwe li ser pesenkirina Pompeo ragihand.

“Guman tune ku Pompeo hem bi karakter, hem jî bi zanîn û kanîna xwe, di karê xwe yê nû de pir serketî be.”

Pompeo li şûna Rex Tillerson, ku meha borî ji hêla Trump ve ji kar hatibû dûrxistin, bû wezîrê derve.

Li ber e, Pompeo roja Înê wek wezîrê derve here Brukselê û beşdarî civîna NATO bike.

XS
SM
MD
LG