Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Bang li Welatên Ereb Dike ku Dijî DAIŞ'ê Pirtir Berpirsîyan Bigirin Ser Xwe


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bang li welatên Ereb yên Rojhilata Navîn kir ku dijî terorê pirtir berpirsîyan bigirin ser milên xwe.

Pompeo, li Zanîngeha Amerîkî ya Qahîre ya li Misirê ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) axifî.

Wî dîyar kir ku heta ku Amerîka li Sûrîyê, DAIŞ’ê bi temamî têk nebe dê ji wî welatî venekişe û da zanîn ku divê hevalbendên din jî bala xwe pirtir bidin ser têkoşîna dijî terorê.

‘’Em bo têkbirina DAIŞ’ê, hemû metirsîyên ku ji wê çêdibin û hemî komên tundrê yên girêdayî wê dixebitin’’ Pompeo got.

Wezîrê Amerîkî da zanîn ku piştî Amerîka ji Sûrîyê vekişe jî dê koalîsyona bi pêşengîya Amerîka êrîşên esmanî yên dijî DAIŞ’ê bidomîne.

Pompeo da zanîn ku biryara Trump ya ser vekişandina 2000 leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de ti guhertin çênekiriye.

Derbarê Îranê jî, Pompeo got ku heta ku Îran bi temamî ji Sûrîyê derdikeve ew dê bixebitin û dîyar kir ku Amarîka dê bo aştî û îstiqrara Sûrîyê xebatên xwe berfirehtir bike.

XS
SM
MD
LG