Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Bang li Yunanistanê û Tirkîyê Kir ku Pirsgirêkan bi Dîyalogê Çareser Bikin


Pompeo p hevtayê wî yê Yunanî Nikos Dendias
Pompeo p hevtayê wî yê Yunanî Nikos Dendias

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Sêşemê bang li Yunanistanê û Tirkîyê kir ku pirsgirêkên xwe demûdest bi danûstandinan çareser bikin.

“Em hêvî dikin ku ev danûstandin bi awayekî cidî bidomin. Em ji wan dixwazin ku berdewam bin û van pirsgirêkan demûdest çareser bikin” Pompeo piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Yunanî Kyriakos Mitsotakis re, li girava Gîrît ya Yunanistanê got.

Pompeo jibo seredaneke du roji li Yunanitanê bû û wî do Duşemê li bajarê Selanîkê gotibû ku divê rojhilata Derya Sipî bbe bingeha ewlehîya şavkanîyên enerjîyê.

Wî got ku Welatên Yekbûyî piştgirîya hewilên Yunanistanê yên berfirehkirina rêkên enerjîyê dike û bawerîya hevkarîya Yunanî û Amerîkî dike.

Pompeo herwiha got ku Rûsya bi zêdekirina hêza xwe dibe sedema bêîstiqrarîya herêmî.

XS
SM
MD
LG