Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Destpêbûna Toleyên Nû yên Dijî Îranê, Pempeo Hişyarî Dide Tehranê


Toleyên rêvebirîya Trump yên dijî Îranê, ku di warê enerjî û sîstema darayî bin, îro Duşemê ketin jîyanê.

Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo di preskonferansekê de, bi hazirbûna Wezîrê Xezînê Steven Mnuchin got ku ti bijareyên din li pêş Îranê tunene.

"Divê Îran 180 derece ji rêka xwe ya neqanûnî vegere û wek dewleteke normal reftaran bike, yan jî ewê bibîne ku çawa aborîya wê pûç dibe."

Mnuchin jî got ku toleyên jinûve aktîfkirî herwiha bankaya navendî ya Îranê û sektorên hinartin û avakirina keştîyan jî têxe bin bandora xwe.

"Îro me li ser pirtir ji 700 kes, sazî, firok û keştîyan li Îranê cezayên berfireh dan destpê kirin."

Toleyên Amwerîkî ji welatên cîhanê re qedexe dike ku ji Îranê petrolê bikirin, çavkanîya serekî ya derfirotina wî welatî ye.

Pompeo roja Înê ragihandibû ku ewê bi kindemî destûr bidin 8 welatan ku bikaribin ji Îranê petrolê bikirin, lê wî o zelal nekiribû ku ew 8 welat kîjan in, lê dû re hatibû gotin ku ew welat Japonya, Hîndistan, Koreya Başûr, Tirkîye, Yunanistan, Taywan, Çîn û Koreya Başûr in.

Yekîtîya Ewrupa jî bi daxuyanîyeke hevbeş nerazîbûna xwe ya ser biryara Washingtonê ya jinûve danana toleyên ser Îranê ragihandibû.

Yekîtîya Ewrupa gotibû ku endamên wê ew di çarçoveya biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ya jimare 2231 de, peywendîyên aborî yên rêwa bi Îranê re dimeşînin.

XS
SM
MD
LG