Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cudabîrên Îranî ji Pompeo Dixwazin ku Televîzyona Dewleta Îranê Asteng Bike


Pirtir ji 50 cudabîrên Îranî, bi nameyekê bang li Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo kir ku toleyên nû deyne ser weşanên dezgeha fermî ya Îranê (IRIB), bi sedema rola wê ya ser binpêkirinên mafên mirovan yên li wî welatî.

Cudabîrên Îranî bal dikşînin ku televîzyona dewleta Îranî bi xeta xwe ya weşanê zêdegavîyên mafên mirovan rêwa nîşan dide û bi propogandaya komara îslamî, zîyan digehîne îstiqrara herêmê.

Xwedîyê name herwiha bal dikşînin ku dewleta Îranê bi rêka astengkirina weşana radyo û televîzyonên serbixwe, rê li ber harikîna nûçe û agahîyên rast digire.

Li gor nameya cudabîran, Kanal 1 ya IRIB berî çend rojan çend hevpeyvînên bo karînerên medya civakî weşandibû ku tê de “îtîrafên bi dara zorê” hebûn û mafên wan kesan hatibûn binpê kirin.

“IRIB roleke serekî di binpêkirinên mafên mirovan li Îranê de lîstîye û niha jî dilîze û ew derbarê xwepêşandanên dijî rejîmê de her dem bêdeng maye û xwenîşanderan wek “terorîst, sîxûrên dewletên bîyanî, kesên krîmînal bi nav kirine”, name bi berdewamî dibêje.

XS
SM
MD
LG