Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Pompeo û Kim Jong-Un li Koreya Bakur Civîyan


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku bo plankirina hevdîtina bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re bi wî welatî re peywendîyên jixweber çêkirine.

Trump got ku wan bi Koreya Bakur re ‘’peywendîyên di asta bilind de’’ çêkirine û dîyar kir ku bo cîhê hevdîtinê ew li ser pênc cîhan difikirin.

Ajansa Reuters’ê jî ragihand ku Serokê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Mike Pompeo, di serê Nîsanê de bi awayekî veşartî çûye Koreya Bakur re bi Kim Jong-un re kom bûye.

Pompeo berendamê nû yê Wezareta Derve ya Amerîka ye.

Serok Trump, dema civîna bi hevtayê xwe yê Japon Şinzo Abe re dîyar kir ku ewê bi Kim Jong-un re ‘’di serê Hezîranê de yan jî hinekî din hîn zûtir’’ kom bibe.

Şinzo Abe ser plana hevdîtina Trump û Kim Jong-un pesna Trump da dîyar kir ku ew ‘’wêrek’’ e.

XS
SM
MD
LG