Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Vexwend New Yorkê


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku Washington bo hevdîtinên bi Koreya Bakur amade ye.

Pompeo da zanîn ku ew dixwazin ku Koreya Bakur heta serê sala 2021’an çekên navokî pûç bike.

Pompoe bi berdewamî got ku wî Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri Yong Ho vexwendîye New Yorkê.

Rêberên Koreya Bakur û Koreya Başûr piştî civînên li Pyongyangê peymanek îmza kiribûn.

Koreya Bakur biryar dabû ku qada ceribîna motorên muşekan ya Tongchang-ri, bi çavdêrîya berpirsên navneteweyî bigire.

Koreya Bakur dîyar kiribû ku ger Amerîkan jî gavên hewce biavêje ewê navenda navokî ya Yongbyonê jî bigire.

Pompeo da zanîn ku biryara Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, bo pûçkirina çekên navokî yên Koreya Bakur gaveke girîng e.

Serokê Amerîka Donald Trump jî pesna lihevkirina rêberên her du Koreyan dabû.

Trump ji Twitterê dîyar kiribû ku hilcivîna rêberan her du Koreyan ‘’heyecaneke mezin’’ çêdike.

XS
SM
MD
LG