Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Pompeo û Karbidestê Koreya Bakur dê li New Yorkê Bicivin


Qesra Sipî ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê vê hefteyê li New Yorkê, bi karbidestekî payabilind yê Koreya Bakur re kom bibe.

Pompoe û karbidestê Koreya Bakur dê li ser hilcivînê Serok Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un biaxfin.

Serok Trump ji Twitterê dîyar kiribû ku karibdestê Koreya Bakur Kim Young Chol ber bi New Yorkê bi rê ketîye.

Qesra Sipî piştrast kir ku hin karbidestên rêvebirîya Trump, bo amadekarîya hilcivîna li Sîngaporê çûne wî welatî.

Qesra Sipî herwiha da zanîn ku Serok Trump û Serokwezîrê Japonya Şinzo Abo, dê di 7’ê Hezîranê li Qesra Sipî bicivin.

XS
SM
MD
LG