Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Hevdîtinên bi Koreya Bakur di Rêya Rast de Diçin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, piştî hevdîtina bi karbidestê payabilind yê Koreya Bakur Kim Yong Chol re dîyar kir ku hevdîtinên pûçkirina çekên navokî ‘’di rêya rast de’’ diçin.

Pompeo da zanîn ku bi taybetî di 72 demjimêrên dawî de pêşdeçûnên baş bi dest xistine.

Pompeo herwiha dîyar kir ku Kim Yong Chol bo ku nameyekê bide Serok Donald Trump dê derbazî Washingtonê bibe.

Kim Yong Chol, di 20 salên dawî de karbidestê herî payabilind yê ku hatiye Amerîka ye.

Pompeo da zanîn ku ewê niha qala hûgilîyên peymana bi Koreya Bakur re nekin.

Serok Trump hilcivîna ku li ber bû ku di 12’ê Hezîranê de li dar keve betal kiribû, lê karbidestên Amerîka û Koreya Bakur bo hilcivînên hevdîtinên dîplomatîk domandibûn.

XS
SM
MD
LG