Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Toleyên Dijî Koreya Bakur Dê Bidomin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo da zanîn ku heta ku Koreya Bakur dest ji çekên navokî berdide dê toleyên dijî wî welatî bidomin.

Koreya Bakur dabû zanîn ku Amerîka wekî ‘’gangster’’an li dû daxwazan e û ser daxuyanîyên Pyongyangê darbe li hêvîyên îmzakirina peymanekê ketibûn.

Pompeo, piştî ku li Tokyo ya paytaxta Japonya bi hevtayên xwe yên Koreya Başûrî û Japon kom bû, bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ewê pûçkirina çekên navokî karekî zor be û ‘’hîn gelek gav’’ li pêş wan hene.

Bes Pompeo da zanîn ku li gor berê di danûstandinan de pêşketin hene.

Pompeo roja Înê, îsal cara sêyan çûbû Koreya Bakur û hewil dabû ku lezekê bide lihevkirina Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, ku di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê civîyabûn.

Pompeo û Wezîrê Derve yê Japonya Taro Kano dîyar kir ku bo ku Koreya Bakur dest ji çekên navokî berde dê bi awayekî koordînekirî bi Koreya Başûr re bixebitin.

XS
SM
MD
LG