Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Pompeo ya Koreya Bakur Hat Taloq Kirin


Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku serdana Wezîrê Derve yê Amerîka bo Koreya Bakur betal kiriye.

Trump da zanîn ku Koreya Bakur di pûçkirina çekên navokî de ti pêşketin nekiriye û dîyar kir ku berpirsê vê jî Çîn e.

Trump ji Twitterê da zanîn ku heta ku girjîya bazirganî ya bi Çînê re çareser dibe, dê serdana Pompeo taloqkirî be.

Serokê Amerîka got ku Çîn êdî di mijara Koreya Bakur de alîkarîyê nake.

Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di meha Hezîranê de li Sîngaporê kom bûbûn û piştî hilcivînê Trump dabû zanîn ku gefa çekên navokî bi dawî dibe.

XS
SM
MD
LG