Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo û Lavrov Ser Pêşnîyara Civîna Derbarê Îranê bi Telefonê Peyîvîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Rûsî Sergei Lavrov îro Yekşemê bi telefonê peyîvîn ku pêşnîyara pêkanîna hilcivîneke vîdyoyî gotûbêj bikin.

Serokê Rûsî Vladimir Putin pêşnîyar kiribû hilcivîneke taybet ya ser Îranê li Neteweyên Yekbûyî were kirin û alîyên peymana navokî ya sala 2015’an beşdarî li hilcivînê bikin.

Moskowê ragihandibû ku armanca wê pêşnîyarê ev e ku pêşî li aloztirbûna kêşeya Îranê di qada Nateweyên Yekbûyî de bigire.

XS
SM
MD
LG