Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Derbarê Karanîna Berhemên Huawei Hişyarî Dide Almanya

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro li Berlînê got ku ew dixwazin hevkarên xwe derbarê metirsîyên karanîna berhemên kompanîya Huawei ya Çînî, perwerde bikin.

“Hevkarên me dê biryara xwe bi xwe bidin, lê emê bi wan re, vekirî ser rîskên berhemên Huawei û karanîna tora 5G bipeyîvin,” Pompeo piştî hevdîtina ligel hevtayê xwe Heiko Maas got.

Wî hişyarî da ku reng e Amerîka pêzanînên derheqa hemwelatîyan û ewlehîya netewî ligel Berlînê parve neke, ger bawerîya wê bi torên ku Almanya dixebitîne tunebe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG