Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Emê 696 Mîlyon Dolar Alîkarîya Mirovahî Bidin Gelê Sûrîyê


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Sêşemê got ku ewê 696 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî bidin gelê Sûrîyê.

“Wek bersîvdana krîza ku rejîma Esad, Rûsya û hêzên Îranî bûne sedem, Welatên Yekbûyî yên Amerîka alîkarîya mirvoahî ya pirtir ji 696 mîlyon dolaran dide gelê Sûrîyê,” Pompeo ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand.

Wî got ku Stratejîya Ewlehî ya Netewî ya Amerîka girîngî dide alîkarîya kesên derbiderbûyî.

“Amerîka hem li Sûrîyê û hem jî li her derê cîhanê welatê yekê ye bi dilxwazî alîkarîya mirovahî pêşkêş dike.”

Pompeo got ku bi alîkarîyên vî rengî, Amerîka hewil dide ku li her derê êş û kovana mirovahan kêmtir bike.

XS
SM
MD
LG