Serokê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Mike Pompeo, ku Serok Trump bo wezîrîya derve kiribû berendam, di çarçoveya peyvajoya pejirandinê de, li Komîsyona Peywendîyên Derve yên Senato de pirsên senatoran bersivandin.
Endamê Demokrat yê komîsyonê Bob Menendez, ji Pompeo wêneya ku wî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî û Serokomarê Rûsya Vladimir Putin re, piştî civîneke ser Sûrîyê girtî pirsî. Menendez di rûniştinê de wêne jî nîşan da.
Menendez bi qesta Tirkîyê ji Pompeo re got ku ‘’Hevalbendeke NATO ji Rûsya S-400 distîne û dijî Kurdên me bi hev re Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk bir şer dike. Ka di vê wêneyê de Amerîka li kû ye?’’
Pompeo li ser vê pirsê da zanîn ku dibe ku ew beşeke hin hevdîtinan bin û dîyar kir ku ‘’Tirkîyê bi ketina Efrînê rewşa heyî aloztir kiriye’’ Pompeo got ku wî ‘’erkeke dîplomatîk’’ kiriye.
Senatoran hewil da ku hîn bibin ger pêwîst be Pompeo dê dijî Trump derkeve yan na.
Trump, di 13’ê Adarê de Rex Tillerson ji kar dûr xistibû û li şûna wî Pompeo kiribû berendam.
Senatoran pirsên ser Îran û Çînê jî ji Pompeo pirsîn. Berendamê Wezareta Derve berê hewil da ku pirsên ser peymana navokî ya bi Îranê nebersîvîne, lê piştre ser pirsekê got ku ‘’Divê em kêmasîyên peymana navokî ya bi Îranê re temam bikin.’’
Pompeo da zanîn ku ramanên wî ne tund in û divê şer rêka herî dawî be. Wî dîyar kir ku erka wî ya pêşî dê nûnertîya serok be.
Mike Pompeo da zanîn ku Robert Mueller, ku dozgerê taybet ya vekolîna Rûsya ye, bi wî re hevdîtinek li dar xistiye. Pompeo da zanîn ku di civîneke ser vekolîna Rûsya de Trump ji wî re çi gotiye nayê bîra wî.
Hîn ne dîyar e ku senato dê kengî bo Pompeo dengdanê bike, li ber e ku dengdan heta çend hefteyan li dar keve.