Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Toleyên Dijî Tirkîyê Cidîbûna Me Nîşan Didin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu li Sîngaporê kom bûn.

Pompeo berî civînê ji rojnamevanan re got ku ‘’Tole dîyar dikin ku em çiqas cidî ne’’

Çavusoglu jî piştî civîna bi Pompeo re da zanîn ku wan hevdîtineke avaker pêk anîye.

Pompeo li Sîngaporê ji rojnamevanan re da zanîn ku dema vegera Andrew Brunson hatiye.

‘’Divê Brunson vegere mal. Amerîkîyên din yên ji alîyê hikûmeta Tirk ve hatine girtin jî divê werin berdan. Gotina me zelal e. Ew kesên bêguneh demeke dirêj e girtî ne’’ Pompeo got.

Çavuşoglu da zanîn ku hevdîtina bi Pompeo re ‘’pir avaker’’ bûye û dîyar kir ku Tirkîye dixwaze kêşeyan ne bi gef û toleyan, lê bi dîplomasî û danûstandinan çareser bike.

Civîna her du wezîran, ku bi qasî 30 deqîqe dom kir, ji medyayê re girtî bû.

Her du wezîr berî civîna li Sîngaporê pêr Çarşemê bi rêka telefonê axifîbûn.

Girjîya di navbera Washington û Enqerê de jiber girtîbûna qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson û toleyên dijî Tirkîyê gur bûye.

Brunson, ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye. Amerîka, jiber ku Tirkîye wî bernade dijî du wezîrên Tirk tole ragihandibû.

XS
SM
MD
LG