Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku ew dikarin dijî Tirkîyê zêdetir toleyan ragihînin.
Pompeo ji kanala Bloomberg re da zanîn ku ew naxwazin ku Tirkîye, S-400 yên ku ji Rûsya sitandine bo operasyonan bixebitîne.
‘’Dibe ku pirtir tole werin ragihandin. A rast em naxwazin ku S-400 operasyonel bibin, armanca me ew e’’ Pompeo got.
Wî da zanîn ku sîstema S-400 û firokên cengê yên F-35 ne li gor hevdu ne û bang li Enqerê kir ku stratejîya xwe jinûve binirxîne.
Ji alîyê din ve, Kongresa Amerîkî jî roja Pêncşemê dîyar kiribû ku ew Tirkîyê ser kirîna S-400 şermezar dikin.