Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pope Francis Mûma Aştiyê ji bo Sûriyê Vê Dixe


Papayê Vatîkanê Pope Francis îro Yekşemê li belkona xwe ya ser meydara San Peter mûma aştiyê ji bo Sûriyê vê xist, ew bi wêneyên zarokên Sûriyê xemiland û dest bi helmeteke cîhanî kir ji bo aştiyê li Sûriyê.

Francis di roja yekem werza hatina Îsayê Mesîh de ji nimêjkerên meydana San Peter re got:

“Hatina Mesîh ew dema hêviyê ye.”

Francis mûm vêxist û nimêj kir ku ronahiya mûmê û ronahiyên hêviyê, tarîtiya şer belav bike.

Francis daxwaza alîkariya Mesîhiyên Sûriyê kir da ku li welatê xwe bimînin wek nîşanek ji bo jiyana li gel hev.

Vêxistina mûmê li gel wêneyên derdora 40 zarokên Sûrî ku piraniyan wan ji bajarê Helebê bûn, bû destpêka helmeteke cîhanî.

Rêxistina alîkariyê ya bi navê “Aid to the Church in Need” got vê helmetê 50,000 zarok ji ayînên ciyawaz ên Sûriyê vehewandin.

XS
SM
MD
LG