Papayê Vatîkanê Pope Francis tundûtijiya “Honvane"li Sûriyê dibe şermezar dike û piştgiriya daxwaza Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî Dike li dor agirbesteka li seranserî Sûriyê.
Francis, di nimêja îro Yekşemê de li beramber hezaran kes li meydana San Peter, banga dawiyeka bi lez a kiryarên dijminahî kir.
Wî got:
“Meha Şibatê, yek ji mehên herî tund bû di şerê heft salan ê Sûriyê de, bi sedan, bi hezaran qurbaniyên sivîl, zarok, jin û kesên xwedî temen, nexweşxane tên armanckirin, xelkê xwarin nîne. Ev hemî tiştekî hovane ye.”
Wî got:”Tu nikarê şer bi şer rawestînî.”
Tê zanîn, doh Şemiyê Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî bi tevahiya dengan erêkir li ser biryara agirbesteka 30 rojî li seranserî Sûriyê.