Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotinên Papa Francis Qurbanîyên Zêdegavîya Seksî Dilgiran Kirin


Papa Francis qurbanîyên zêdegavîyên seksî yên qeşeyê Şîlîyî Fernando Karadima, bi reşkirina navûdengê metran Juan Barros tawanbar kir ku bi gotina wan tawankarê seksî parastiye.

Papa Fancis roja Pêncşemê ji rojnamevanan re got ku heta ew belgeyan nebîne metran Juan Barros bi zelalî tawanên seksê yên Fernando Karadima veşartîne. Wî got ku tohmetên wî rengî li dijî Barros “hemî boxtan in.”

“Her roja wan belge ji min re anîn, wê demê ez dê bipeyivim,” Papa di bersîva pirsa rojnamevanekî ya derbarê Barros de got.

Gotinên Papa Francis bizavên wî yên vegerandina navûbangê Kenîsa Katolîk di nav seredana wî de li Amerîka Başûr binkol kirin.

Wan gotinan herwiha gelê Şîlî ecêbgirtê hêlan û her zû nerazîbûn ji alîyê qurbanîyên wê bûyerê û çalakvanên ku piştgîrîya wan dikin, li pey xwe anîn.

Gelek hemwelatîyên Şîlî hêş li ber biryara Pope tore ne ku sala 2015an Barros wek qeşe bo bajarê Osorno dîyar kiribû.

XS
SM
MD
LG