Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pope Francis Wê Îro li Kongresa Amerîka Bipeyîve


Pope Francis ku serdana xwe ya Washingtonê didomîne, wê îro li Kongresa Amerîka di rûniştineke hevbeş de wê gotarekê pêşkêş bike.

Çaverê ye Pope Francis di axaftina xwe de li ser mijarên cirbicur yên wek krîza penaberan li Rojhilata Navîn, guherîna hewayê û xizanîyê bipeyîve.

Li ber e bi dehan hezar Amerîkî li hewşa Kongresê li axaftina Pope Francis temaşe bikin û bi sedan kesên din jî li hindurê Civata Nûneran li wê gotarê guhdar bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku cara yekê ye di dîrokê de ku papayek gotareke wî rengî pêşkêş dike.

XS
SM
MD
LG