Papa Francis di gotara xwe ya Sala Nû de, îro Duşemê penaber û koçberan wek mirovên herî rêben û hewceyî alîkarîyê bi nav kir û ji rêberên cîhanê xwest ku pirtir alîkarîya wan bikin.
Francis ji nêzî 40,000 kesên ku Qada St. Peter ya Vatîkan civibûn, re got ku wî biryar da doza penaber û koçberan wek mijara Roja Aştî ya Cîhanê ya Dêra Katolîk bijêre.
“Gelek penaber û koçber bi xeterîyên mezin dikevin rêyan ku ji êş û azad dûr bikevin û bigehijin cîhên ewle. Kerema xwe, em hêvîyên nav dilên wan venemirînin û werin em hevîyên wan yên aştîyê nefetisînin.”
Hêjayî balkişandinê ye ku Papa Francis gelek caran li ser rewşa penaberan dixwaze û bal dikşîne ser dijwarîyên ku ew rûbirû dibin.