Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitt Romney Hilbijartina Berbijarîyê li Puerto Rico Bir


Berbijarê Komarî yê jibo Seroktîya Amerîkayê Mitt Romney
Berbijarê Komarî yê jibo Seroktîya Amerîkayê Mitt Romney

Berbijarê Komarî Mitt Romney kêbirka li Puerto Rico qezenc kir û şansa xwe xûrtir kir ku di hilbijartina meha 11, Mijdarê de wekî hevrik derkeve hemberî Serok Barack Obama.

Karbidestên hilbijartinê dibêjin, Romney 83 ji sedê dengan wergirt û hevrikê wî yê serekî Rick Santorum 8 ji sedê û berbijarê din Newt Gingrich jî tenê 2 ji sedê dengan bir.

Bi vê serkeftinê, Romney 20 delegeyên Puerto Rico qezenc kir û xwe pirtir nêzîkî hejmara 1.144 kir ku hejmara hewce ye jibo wergirtina berbijarîya Komarî.

Romney serkeftina xwe li eyaleta Illinois pîroz kir ku roja Sêşemê hilbijartineke girîng li wê derê tê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku rûniştvanên Puerto Rico nikarin di hilbijartinên giştî yên Amerîkî de deng bidin, jiber ku Puerto Rico ne eyelet anku “state” e.

XS
SM
MD
LG