Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Portekîzê Rêjeya Mirinên COVID-19 Bilindtir Dibe


Dîmeneke ji pêyvajoya vîrusa korona ya li Portekîz
Dîmeneke ji pêyvajoya vîrusa korona ya li Portekîz

Portekîz îro Duşemê ragihand ku di meha yek, Rêbendanê de hejmara mirinên jiber COVID-19 nêzî tevahîya mirinên ji destpêka pandemîyê heya niha hatiye tomar kirin.

Hevdem, karbidestên saxlemîyê didine zanîn ku rewşa jiber pandemîya vîrusa korona gav bi gav xirabtir dibe û li nexweşxaneyên seranserê Portekîzê nikarin barê heyî hilgirin.

Li Portekîzê ambulans carna bi sedema kêmbûna cîhên li nexweşxaneyan di rêzê de dimînin û herwiha hin tîmên saxlemîyê di ditîna cîhên bo parastina termên mirîyan zahmetîyan dikşînin.

Karbidestên Portekîzî sedema zêdebûna rêjeya bilind ya bûyeran û mirinan wek cûreya nû ya vîrusê ya Brîtanî dîyar dikin, ku pir zûtir belav dibe

Herwiha karbidest dibêjin ku di betlaneyên serêsalê de sivikbûna pîvanên tedbîrên bo têkilîyên civakî jî bûye sedema vê zêdebûne.

Pêzanînên sazîya welat DGS nîşan dide ku di Rêbendanê de bi tevahî 5.576 kes jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Ev hejmar ji destpêka pêyvajoya pandemîya COVID-19 vir ve ji % 44.7' ê hemî kuştinan e.

DGS dibêje ku ji Adara 2020'an vir ve, 711.018 pêketinên vîrusê hatine tomar kirin ku ji % 43 wan di Rêbendana 2021'an de qewimîne.

Li Portekîzê niha 858 pêketîyên COVID-19 li beşên çavdêrîya krîtîk û 6.694 kes jî li beşên din yên nexweşxaneyan têne derman kirin.

Pispor hişyarî didin ku li cîhên nexweşxaneyan kêmtir dibin û kêmbûna doktor û hemşîreyan jî heye.








XS
SM
MD
LG