Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Portekîz Rewişa Awarte bi Dawî Dike


Serokomarê Portekîzê Marceol Rebelo de Sousa dîyar kir ku ewê rewişa awarte ya jiber vîrusa korona hatiye ragihandin roja Şemîyê bi dawî bikin.

De Sousa dîyar kir ku ewê qonax bi qonax bihêlin ku gel vegere karên xwe.

Li ber e ku Serokwezîrê Portekîzê Antonio Costa roja Pêncşemê kompanîyên kar yên dikarin bixebitin ragihîne.

Çaverê ye ku Costa bi serokên Porta, Benfica, Sporting Lisbonê re, ku tîmên futbolê yên navdar yên Portekîzê ne, bicive û biryar bide ku ew roja Hezîranê dest bi maçan bikin.

Vîrusa korona li Portekîzê ketiye canê pirtir ji 24,000 kesan û 948 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG