Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Portekîzê Rebelo de Sousa Jinûve Hat Hilbijartin


Hilbijartinên serokomarîyê yên Portekîzê berbijarê konservatîf yê li ser kar Marcelo Rebelo de Sousa di gera yekê de qezenc kir.

Sîyasetvana 72 salî 61,2 ji sedê dengan sitandin û berbijara sosyalîst Ana Gomes ya bi 12,2 ji sedê dengan, berbijarê rastgirAndre Venture yê bi 11,9 ji sedê dengan li dû xwe hiştin.

Jiber şewba vîrusa korona beşdarîya bo hilbijartinê 40 ji sedê bû ku ew rêjeya herî hindik ya hilbijartinên serokomarîyê yên Portekîzê ye.

Lê, çavdêrên sîyasetê berî hilbijartinê dîyar kiribûn ku dibe ku rêjeya beşdarîyê hîn hindiktir be.

Rebelo de Sousa, bi encamên hilbijartinê dê cara duduyan serokomarîyê bike ku ji 1976’an vir ve, ku Portekîz wê salê derbazî demokrasîyê bûbû, hemî serokomarên wî welatî du caran li ser kar mane.

De Sousa piştî eşkerebûna encaman da zanîn ku ewê di dewra nû ya kar de bala xwe berê bide ser têkoşîna dijî vîrusa korona.

Hêjayî bîrxistinê ye, De Sousa berî hilbijartinê bi vîrusa korona ketibû û ketibû karantînê.

XS
SM
MD
LG