Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîs: Li Portland 27 Xwepêşander Hatine Girtin


Polîsê bajarê Portland yê Amerîka di şeva borî da çendîn kes binçav kirine, di dema ku amadekariyên bîranîna 100 rojiya tên detpêbûna xwepêşandanan tên kirin, li bajarên mezin yên eyaleya Oregon yên li dijî nijadperistî û bêdadiyê.

Polîsan Şemiyê 27 kes girtine, piraniya wan bi tawana destxistina nav karên desthilata rizgarkirina yasayê û kesên tevgeriyanên dije yasa encam dane û guh nedaye fermanên desthilatê jibo vala kirina herêmên ku mîting û civîn lê çî bibûn û zorî li polîsan kirine.

Şemiyê polîsan daxuyanî daye û tê da hatiye ku "Polîsan dest bi hin girtinên diyarkirî kirine û rêya girseya gel girtine, nehiştine mîting çê bibin, ew dûrî cadê hiştine."

Herwiha Polîs dibêje, wan jinek xwepêşander girtîye ku birîndare û xûn ji birîna wê di herike.

Ji dema ku welatiyê Amerîkî George Floyd di dema binçavkirina polîsan da jiyana xwe jidest dabû li meha Gulana borî xwepêşandanên mezin li dij nijdapristî û şîdeta polîsan li seranserî Amerîka hatbûn destpêkirin.

George Floyd kesekê reş yê 46 salî bû polîsan ew li bajarê Minneapolis girtibû, çoga yek ji polîsan nêzî 9 xulekan liser hefka wî mabû.

Bajarê Portland ji wî çaxî heta niha bûye navenda xwepêşandan û nerazîbûnan, nêzî 3 mehane herşev xwepêşandan pêk tên û daxwaza edalet û çaksaziyê di sistema polîsan da dikin, xwepêşandan pir caran bûne sedema pevçûnên di navbera poîs û xelkê nerazî da û herwiha hin caran şer û pevçûn di navbera çepgir û rastgiran da rû didin.

XS
SM
MD
LG