Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gaza Rondikrêj Û Bombeyên Agirî di Xwepêşandanên Portland de


A protester is helped by another to retreat after clashing with the police on the 100th consecutive night of protests against police violence and racial inequality, in Portland, Oregon
A protester is helped by another to retreat after clashing with the police on the 100th consecutive night of protests against police violence and racial inequality, in Portland, Oregon

Polîsên bajarê Portlanda Amerîkî dibêjin, endamên wan rastî bombeyên agirîn hatine ji aliyê xwepêşanderan da di şeva borî da, kesek birîndar bûye, ev bûyer di bîranîna 100 rojiya xwepêşandanên li dijî nijadperistî û şîdeta polîsan da li bajarê eylate Oregon ya Amerîkî pêkhatine.

Polîsan serê sibeya Yekşemê daxuyaniyek weşandiye û di daxuyaniyê da tê gotin ku xwepêşanderan, bombeyên agirîn, kevir û hawen avêtine hêzên polîsan.

Polîsan bo Reuters daye diyar kirin ku di xwepêşandanan da "qelebalix û tundî " pêkhatine li cadeya Star li başûrê rojavayê bajarê Portland.

Polîsan di hesaba fermî ya twîtera xwe da weşandîye"Dest bi avêtina bombeyên agirîn- molotof kokteylan bo ser polîsan kirine û herî kêm kesek birîndar bûye".

Polîsan tomreke vîdeoyê ya avêtina bombeyên agirîn weşandîye ku ji aliyê nûçegihanê New York Times ve hatiye girtin û weşandin, xweya dibe ku bombeyên agirîn hatine avêtin û kesek ji xwepêşanderan direve û agir bi lingê wî ve ye.

Li Portland şeva borî jî, xwepêşandan di berdewam bûn ku zêdetirî 3 mehane xwepêşandan û nerazîbûn li wê derê dom dikin, gelek caran di xwepêşandanan da şîdet derketîye û pevçûn di navbera xwepêşanderan û polîsan da derketine, herwiha bûne sedema derketina pevçûnan di navbera komên çepgir û rastigran da.

XS
SM
MD
LG